Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Eniya Berxwedanê ya Iraqê nerazîbûn nîşanî DYE'yê da

Eniya Berxwedanê ya Iraqê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên dema dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da û hişyarî da ku DYE bi rengekî yekser dest li karên navxweyî yên Iraqê werdide.

Eniya Berxwedanê ya Iraqê (Bereya Meqawemî ya Iraqê) derbarê destwerdanên Emerîka yên di nav karên Iraqê de, herwiha diyarkirina kesan ya ji bo erkên di nava hikumetê de, daxuyaniyek belav kir.

Eniya Berxwedanê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Emerîka bi awayek eşkere destwerdanê li karûbarê navxweyî yên Iraqê dike û bi kêfa xwe kesayetên siyasî ji bo erkên di nava hikumetê de diyar dike. Hate gotin ku ev yek binpêkirinek eşkere ya li ser serweriya Iraqê ye.

Di dewamê de hate gotin; “Şêwaza peywendiyên di navbera Bexda û Washingtonê de, ne li ser bingeha hevsengiya navbera du welatên xwedî sewerdeye. Emerîka birêya balafirên xwe serweriya Iraqê binpê dike û heya niha jî ti pêngavek ji bo vekişîna hêzên biyanî ne avêtiye. Ev jî tê wateya Washington li gorî lihevkirin û sozên dane tevnagere.”

Eniya Berxwedanê ya Iraqê (Bereya Meqawemî ya Iraqê) herî dawî Emerîkayê bi tundî hişyarkir û hate gotin; “Eger Amerîka van kiryarên xwe bidomîne, emê bêdeng nemînin û wê helwesta me hebe.”

Hêjayî gotinê ye di 27’ê Çileya îsal de serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku eger Malikî bibe serokwezîr, wê Emerîka hemû alîkariyên ji bo Iraqê dawî bîne.